Dlshad Saifaalddin Ahmed
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
SILÊMANÎ
Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Reza Hesen der barê asta zanîngehê de got: "Zanîngeha Silêmaniyê li gor ya Koye, Soran û Duhokê derketiye asteke baş. Ev jî ji bo me cihê kêfxweşiyê ye."
Reza Hesen di daxuyaniya rojnamevaniyê de diyar kir ku bilindbûna asta zanîngeha Silêmaniyê ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye û pê serbilind in.
Di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Zanîngeha Silêmaniyê di asta Iraqê de 11emîn e û li ser asta cîhanê jî di rêza 6002emîn de ye.
Ev rêz sala 2015an di asta cîhanê de 11696 û 2014an jî 14880ê bû.
Wek din anî ziman ku ji hefteya bê pê ve dest bi qonaxa 12emîn dikin û xwendekaran werdigirin.