AMASYA
Di nav karkerên çandiniyê yên demsalî de xwendevanên zanîngehan yên ku bi malbatên xwe re ji rojhilatê başûr hatin balê dikşînin. Cîwanên şûna ku li perava behrê an jî li navendên danûstandinê bigerin bi malbatên xwe re hatin herêmê. Xwendevana Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Celal Bayara Manîsayê Fatma Sabah (21) yek ji wan xwendevanan e ku betlana xwe bi xebatê diborîne. Sabah bi malbata xwe re ji rihayê hat û niha di zeviya pîvazan de dixebite. Sabahê gote nûçegihanê AAyê ku bi dê, bav û 8 xwîşk û birayên xwe re, di zeviya pîvazan de dixebite. Sabah diyar kir ku li bin tavê xebata di zeviya pîvazan de û rojîgirtin gelekî zehmet e. Sabah got ku divê hemû xwendekar baş bixebitin û qedrê xwendinê bizanin.
Xwendevanê Fakûlteya Îlahiyatê yê Zanîngeha Heranê Ziyattîn Cizlak (21) jî got ku wek karker li bajarên wek Eskîşehir, Bursa û Amasyayê xebitiye. Cizlak diyar kir armanca wan ew e ku arîkariya malbata xwe bikin û got ku xebata di zeviyan de ji dersxebitînî dijwartir e. Ji ber vê yekê dixwazim bixwnîm û bêm cihekî baş.
Karkerên demsalî yên bi zarokên xwe re hatin herêmê di konan de bêav û bêceyran di şertên dijwar de dijîn. Hat ragihandin ku li bajêr nêzî 4 hezaran karkerên demsalî dixebitin û ji bo 7 telîsan rojane 28 lîreyan distînin.