Buğrahan Ayhan
25 Hezîran 2024•Rojanekirin: 26 Hezîran 2024
Serlêdanên Ezmûna Zimanê Biyanî ya Saziyên Hîndekariya Bilind (2024-YOKDÎL/2) ya ku wê ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) va di 11yê Tebaxê da çêbibe, dest pê kir.
Li gor daxuyaniya malpera înternetê ya OSYMyê serlêdanên ku îro dest pê kirin wê heta 2yê Tîrmehê dewam bikin.
Namzed wê serlêdanên xwe bi rêya Navendên Serlêdanê ya OSYMyê, malpera înternetê ya "https://ais.osym.gov.tr"yê, an jî sepana Mobîlê ya Karên Namzedan ya OSYMyê bikin.
Hûrgiliyên ezmûnê di rêbera ezmûnê da hatine eşkerekirin.
Namzed dikarin li ser malpera OSYMyê xwe bigîhînin rêbera ezmûnê.