Haydar Şahin
27 Hezîran 2020•Rojanekirin: 27 Hezîran 2020
Qedexeya derketina derva ya ku ji bona Testa Qabiliyeta Sereke (TYT) ya beşa ewil a Îmtihana Saziyên Perwerdeya Bilind (YKS) di 09.30yan da dest pê kiribû di saet 15.00an da qediya.
Wezareta Karên Navxweyî di 18ê hezîranê da giştîname ji walîtiyên 81 bajarî ra şandibû û diyar kiribû ku ji bo ezmûna Sîstema Derbasbûna Lîseyê ya 20ê hezîranê û ezmûna YKSyê ya qismeke wê îro hat kirin û qisma duduyan jî ew ê sibê were kirin qedexeya derketina derva îlan dikin ku bi sihet û tenduristî ezmûn werin kirin.
Qedexeya derketina derva ya ku ji bona TYTyê ya beşa ewil a YKSyê di 09.30yan da dest pê kiribû di saet 15.00an da jî qediya.
Wekî mayîn Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ji bo xwendekarên dikevin ezmûnê çûyîn û hatina bi otobêsan bê pere kir. Polêsan li der û dora navendên ezmûnê ji bo mesafeya civakî hişyarî dan kesên rêgezan îxlal dikin.
Hin xwendekarên ji bo ezmûnê derengî ketibûn jî bi alîkariya ekîbên polêsan gihandin salonên ezmûnê.