Önder Beyter
30 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Li gorî agahdariya li ser malpera OSYMyê, rûniştinên Şiyana Giştî-Çanda Giştî û Zanistên Perwerdeyê yên KPSSya ku dê di asta lîsansê da bê kirin dê 6ê îlonê bên kirin. Testa Zanîna Qadê di 12-13ê îlonê, Testa Zanîna Qada Mamostetiyê jî 20ê îlonê dê bên kirin.
Serîlêdanên ezmûnê ji îro pê va dê heya 13ê tîrmehê dewam bikin.
Namzed dê serîlêdanên xwe bi rêya Navendên Serîlêdanê yên OSYMyê an jî ji ser navnîşana "https://ais.osym.gov.tr" ra bikin.
Zanyariyên zêdetir ên li ser azmûnê di Rêbernameya Lîsansê ya KPSSya 2020an da ne. Namzed divê baş dêhna xwe bidin rêbernameyê.