İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ANKARA
Serokatiya Navenda Pîvan, Neqan û Bicihkirinê (OSYM) biryar da ku Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind a 2018an (YKS) li Kiziltepeya Mêrdînê jî were kirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên OSYMê hilda, Serokatiya OSYMê daxwaza Walîtiya Mêrdînê û Qaymeqamtiya Kiziltepeya Mêrdînê ya bira li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê jî YKSya 2018an were kirin, nirxand.
Lijneya Rêvebiriya OSYMê hejmara namzedên ku di serlêdanên 2018-YKSê da navenda Mêrdînê tercîh kirine û kapasîteya avahiyên ezmûnê yên li navendê nirxand û ji ber ku li navendê kapasîte têrê nake, biryar da ku YKSya 2018an li Kiziltepeya navçeya Mêrdînê jî were kirin.