Perwerdehî

Ezmûna ALESê çêbû

259 hezar û 649 namzedan serî li ezmûnê da. Encamên ALESê wê di 30yê Gulanê da bê eşkerekirin

Türkan Tosun  | 05.05.2019 - Rojanekırın : 06.05.2019
Ezmûna ALESê çêbû

Ankara

Ezmûna Perwerdeya Lîsansa Bilind û Personelên Akademîk (2019-ALES/1) ji hêla Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicîhkirinê (OSYM) va hat çêkirin.

Ezmûn li 81 navendên bajaran û Lefkoşaya paytextê Qibrîsê çêbû. 259 hezar û 649 namzedan serî li ezmûnê da.

Ezmûnê di saet 10.15an da dest pê kir û 150 deqîqe dewam kir.

Ji sayisalê 50, ji sozelê jî 50 tevahî 100 pirs hatin pirsîn.

Li gor agahiya OSYMyê encamên ALESê wê di 30yê Gulanê da bê eşkerekirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın