Haydar Şahin
27 Nîsan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Li Cizîra navçeya Şirnexê li Dibistana Seretayî û Navîn ya Duzovayê Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006ê hat vekirin.
Li Fuara Zanistê ya TUBÎTAK 4006ê standên xwendekaran ên lêkolîn û ceribandinê yên xwendekaran hene. Qaymeqam Faîk Arican, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Mîrza Çazim, Midûrê Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê Şukru Benek beşdarî merasima vekirina fuarê bûn.
Arican li standên xwendekaran geriya û der barê berhemên hatin nîşandan da agahî sitand.