İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 01 Gulan 2018
ANKARA
Qendîla Beratê ku wek mizgîniya meha Remezanê tê qebûlkirin, wê îşev were îdraqkirin.
Qendîla Beratê rastî şeva 15emîn a meha şebanê ku ji "sê mehan" e, tê. Serê simehan di 19ê adarê da dest pê kiribû.
Li gor baweriya Îslamê "berat" tê meneya ji gunehan paqijbûnê, naîlbûna efûya îlahî û rehmetê.
Tê gotin ku Hezretî Mihemmed ji bo Qendîla Beratê wiha gotiye:
"Şeva 15emîn a meha şebanê bi îbadetê va derbas bikin, nava rojê jî rojiyê bigrin. Lewra di vê şevê da Xweda bi rehmeta xwe tecelliyî ser semaya dinyayê dike û wiha ferman dike, 'Kesek tuneye ku tobe bike ku ez tobeya wî qebûl bikim. Kesek tuneye ku riziq bixwaze ku ez riziq bidimê. Kesek tuneye ku şifayê bixwaze ku ez şifayê bidimê. Kesek tuneye ku daxwazeke wî ya din hebe, ez wê daxwaza wî jî bidimê'."