Fırat Taşdemir
05 Adar 2023•Rojanekirin: 06 Adar 2023
Qendîla Beratê ya ku wek mizgîniya meha remezanê tê qebûlkirin wê sibê bê pîrozkirin.
Qendîla Beratê şeva 15emîn a meha şebanê ye, meha şebanê jî ji sê mehên pîroz ya duyemîn e ku di 23yê çileya paşîn da dest pê kiribû.
Li gor dînê Îslamê peyva beratê tê meneya xwe ji gunehan paqijkirin, paqijbûn, ji hêla Xwedê va efûbûn û rehmetê.
Endamê Lijneya Bilind ya Karên Dîn ya Serokatiya Karên Diyanetê Îdrîs Bozkurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Xwedê şeva beratê gelek kesan efû dike û divê meriv jî hewl bidin bên efûkirin.
Bozkurt got divê meriv dia bikin ku Xwedê xeta û gunehên wan efû bike, divê Qur'an bê xwendin, nimêj bê kirin û wiha dewam kir: "Niha em di heyama afatê da ne, rojên teng hene. Divê em ji rebbê xwe ra diayan bikin ku gelê me û alema Îslamê ji van tengasiyan xelas bibin."
Bozkurt got divê alîkariya erdhejzedeyên ku malê wan hilweşiyane bê kirin.