Dinya

Tevî sînordarkirinên Îsraîlê jî 120 hezar Filistîniyî duyemîn nimêja înê ya Remezanê li Mizgefta Eqsayê kir

Safiye Karabacak, Enes Canlı  | 22.03.2024 - Rojanekırın : 24.03.2024
Tevî sînordarkirinên Îsraîlê jî 120 hezar Filistîniyî duyemîn nimêja înê ya Remezanê li Mizgefta Eqsayê kir

Quds

 Tevî astegî û sînordarkirinên Îsraîlê jî 120 hezar Filistîniyî duyemîn nimêja înê ya Remezanê li Mizgefta Eqsayê kir.

Bi 10 hezaran Filistînî ji xalên eskerî yên di navbera Şerîeya Rojava û Qudsê da derbas kirin û berê xwe dane Eqsayê.

Piştî rêwîtiya ku bi saetan ajot, Filistîniyan bi meşê xwe gihand Mizgefta Eqsayê û duyemîn nimêja înê ya di meha Remezanê da li wê derê kirin.

Polêsên Îsraîlê ji serê sibehê va kişiyan deverê û bi bariyerên hesinî dest bi rapêçana herêma Bajarê Kevnare ya Qudsa Rojhilat ku Mizgefta Eqsayê di nav da ye kirin.

Filistîniyên ku bi mebesta edakirina nimêja înê xwestin bên Mizgefta Eqsayê ji kontrola nasnameyê ra derbas bûn, gelek ji wan jî bi taybet ên temenê wan ji radeya diyarkirî biçûktir, paş da hatin vegerandin.

Bi sedema midaxeleya polêsên Îsraîlî li hinek Filistîniyên ku ji Mizgefta Eqsayê der diketin, kêliyekî di nava wan da nîqaş û pevçûnên biçûk rûdan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Weqfên Îslamî ya li Qudsê da hat destnîşankirin ku di nimêja înê ya li Mizgefta Eqsayê da 120 Filistînî amade bûn.

Îsraîlê îzin neda ku jinên ji 50 salî û zilamên ji 55 salî biçûktir ji Şerîeya Rojava ya bi Dîwarê Veqetanê (Dîwarê Şermê) rapêçayî va, derbasî Qudsê bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.