Türkan Tosun
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim got ji bo hilbijartinan hindik maye û wiha axivî: "Waye em diçin hilbijartinê, rojan dijmêrin, lê deng ji partiya muxalefetê dernakeve. Birê min bila ew bibe namzed, an bila ev bibe namzed. Em ji hîvê yekî bînin, an ji Marsê, an jî fezayê. Di nav we de ma kesekî ku bibe namzedê Serokomar tune? Kemal Beg tu serokê partiyî, serokê giştî ya partiya muxalefeta serekeyî, ya ku li te tê ew e ku tu bibêjî 'Ez jî heme".
Yildirim li Stenbolê beriya 5emîn Kongreya Bajêr a Asayî ya Şaxên Ciwanan a Stenbolê ya AK Partiyê axivî.
Yildirim beriya kongreya ku li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatli hat lidarxistin, li ser otobêsê bangî gel kir.
Serokwezîr Yildirim li hember coşa ciwanan yên ku dirûşme berz kirin wiha got: "Meraqê nekin ciwanno em hevalên Recep Tayyîp Erdogan in. Em bi tenê li ber Rebê xwe serî dîtewînin, li hember namerdan serîtewandin ne li gor me ye."
Yildirim bi bîr anî ku îro salvegera Serkeftina Kut'ûl Amareyê ye û got piştî dorpeçiya Çanakkaleyê Îngiliz û mutefîqên wan hewl dane ku ji ser Basrayê Bexdayê bi dest bixin, lê hesabê wan serobino bûye lewra ew bi serkeftina Kut'ûl Amareyê va têk çûne.
- "Tu çima derî derî namzedan digerî"
Yildirim bangî welatiyan kir ku ew di 24ê hezîranê de ji bo hilbijartinê herin ser sindoqan.
Serokwezîr Yildirim got ewê dîsa serkeftinekê bi dest bixin û wiha axivî: "Waye em diçin hilbijartinê, rojan dijmêrin, lê deng ji partiya muxalefetê dernakeve. Birê min bila ew bibe namzed, an bila ev bibe namzed. Em ji hîvê yekî bînin, an ji Marsê, an jî fezayê. Di nav we de ma kesekî ku bibe namzedê Serokomar tune? Kemal Beg tu serokê partiyêyî, serokê giştî ya partiya muxalefeta serekeyî, ya ku li te tê ew e ku tu bibêjî 'Ez jî heme'. Tu bibêjî 'Ez jî talibim ku Tirkiyeyê bi rê va bibim'. Tu çima derî derî namzedan digerî, tu çima bi xwe nabî, derkeve li pêş. Heke tu serokê partiyê bî, gel bendê ye ku tu bibî namzed, ne ku tu namzedan bigerî. Milet ray dide te, partiya te. Dixwaze bibîhîze ka ji bo dahatûya Tirkiyeyê, ji bo dahatûya ronahî kîjan projeyên te hene."