Li Stenbolê ji ber rewşa hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin
Istanbul
Walîtiya Stenbolê ragihand, ji ber ku li gorî daneyên meteorolojîk sibê li tevahiya bajêr rewşa hewayê wê nebaş bibe, hemû dibistanên ku perwerdeya rû bi rû didin, sibê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê NSosyalê yê Walîtiyê hat dayîn, li gorî daneyên meteorolojîk sibê li tevahiya bajêr rewşa hewayê ya neyênî tê payîn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin ku hemû dibistanên fermî û taybet û qurs ji bo 12ê Rêbendana 2026an hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo personelên xazî, xaziyên malûl, astengdar, ducanî û jinên ku zarokên wan hê nebûne 8 salî û di saziyên qamûyê da dixibitin, destûra îdarî wê bê dayîn. Jinên ku zarokên wan hê nebûne 8 salî û di qada tenduristî, ewlehî û paqijkirina berfê da dixebitin, ew di çarçoveya îzna îdarî da nayên hesibandin. Lêbelê jinên ku zarokên wan astengdar in û hê nebûne 8 salî jî di kîjan qadê bixebitin jî wê ji bo wan îzna îdarî bê dayîn.
