Eşber Ayaydın
18 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2022
Midûrê Perwerdeya Bajarê Şanliurfayê Fevzî Kurt ji bo ku bi perwerdeyên cuda va ji gelek aliyan va piştgiriya malbatan were kirin, Projeya Dibistana Malbatê dest pê kir û di çarçoveya projeyê da ew li bajêr gihîştin 37 hezar û 956 dê û bavan.
Kurt ji nûçegihanê AAyê ra got ku perwerdeya Dibistana Malbatê bi hîmayeya Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û piştgiriya Wezareta Perwerdeya Neteweyî li 81 bajaran tê sepandin.
Kurt diyar kir, beriya perwerdeya Dibistana Malbatê li Şanliurfayê 2 hezar û 313 mamaoste di vê qadê da perwerde bûn, di çarçoveya projeyê da li Şanliurfayê 37 hezar û 956 dê û bav beşdarî perwerdeyê bûn.
Kurt daxuyand ku proje li 13 navçeyan dewam dike û wiha dewam kir:
"Di pêvajoya Kovîd-19ê da em ji malbat û zarokan dûr man. Paşê zarok pakîkî nedihatin dibistanê. Ji bo ku em vê pêvajoyê derbas bikin. Me ev proje da destpêkirin."
Kurt destnîşan kir, dê û bavên ku beşdarî 44 saet perwerdeyê bûn, ji wan ra sertifîka hat dayîn, ji bo ku ew xwe bigihînin zêdetir dê û bavan, xebatên wan dewam dike.