Fatih Gazioğlu
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li bajêr ji bo zarokan kursa "nivîsandina kodên robotîk" vekir. Kurs li Artukluya navçeya navendê hat vekirin.
Berpirsyarê kursê Ahmet Ozkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew niha dersê didin 751 xwendekaran û wiha got:

"Li vê derê em perwerdeya nivîsandina kodan ya robotîkê didin zarokan. Zarok li vê derê hînî bernameya nivîsbariyê dibin. Bi 'embodan' em nîşanî xwendekaran didin ka wê çawa telîmatê bidin. Em dixwazin ji vê derê zanyaran derxin. Azîz Sancar jî ji vî bajarî derket. Em dixwazin jimara kesên şibiya Azîz Sancar zêde bikin."
- "Ez dixwazim rojekê ji bo dayika xwe robotekê çêbikim da ku alîkariya wê bike"
Ji mamosteyan Rukiye Alpê jî got ku xwendekarên ku beşdarî kursê dibin emrê wan axlêbe di navbera 8 û 14 saliyê da diguhere û wiha dewam kir: "Zarokan eleqeyeke mezin nîşanî kursê da. Di 2 mehan de 751 kesî ji bo perwerdeyê serî li me da."
Ji xwendekaran Yusuf Erdem got ew niha li ser nivîsandina kodan perwerdeyê dibîne û wiha axivî:
"Ez dixwazim rojekê ji bo dayika xwe robotekê çêbikim da ku alîkariya wê bike. Ez ji ber hindê li vê derê hînî nivîsandina kodan dibim."