Haydar Şahin
28 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Eruha navçeya Sêrtê xwendekaran ji bo balê bikişînin ser pirtûkxwendinê, çalakiya pirtûkxwendinê li dar xist.

Midûriyeta Pirtûkxaneya Gel a Eruhê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Eruhê ji bo Hefteya Pirtûkxaneyan çalakiya "Eruh Pirtûkan Dixwîne" li dar xistin.

300 xwendekarên dibistanên Mehmet Akîf Ersoy, Ataturk û Cumhuriyetê ji bo balê bikişînin ser girîngiya pirtûkan di nezareta mamosteyên xwe da li meydana 15 Temmuz Demokrasiyê ya Eruhê pirtûk xwendin.

Mehmet Çîftçiyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê di axaftina xwe da bal kişand ser girîngiya pirtûkan û wiha got: "Ji bo zarokên me di demên xwe yên vala da pirtûkan bixwînin ji têlevizyon û înternetê xilas bibin û girîngiya xwendina pirtûkan fehm bikin me ev çalakî li dar xist."