Önder Beyter
03 Îlon 2020•Rojanekirin: 03 Îlon 2020
Ji hêla Serokatiya Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) encamên 2020-ALES/1ê hatin eşkerekirin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera OSYMyê, encamên 2020-ALES/1 ku 16ê tebaxê hatibû kirin diyar bûn.
Namzed dikarin bi şîfre û nimroyên nasnameyê va encamên xwe li ser malpera OSYMyê "https://sonuc.osym.gov.tr" hîn bibin.