2016 ж. 28 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 28 маусым
ANKARA
Lijneya Rêvebirina OSYMê dema Ezmûna Tesbîtkirina Asta Zimanê Biyanî (YDS) û e-YDSê ji 150 deqîqeyî derxist 180 deqîqeyî.
Li gor agahiya ku nûçegihana AAyê ji rayedarên OSYMê hilda, Lijneya Rêvebirinê ya OSYMê ji bo dirêjkirina dema YDSê biryar da.
Li gor vê, dema ezmûnên YDS û e-YDSê ji 150 deqîqeyî derxistin 180 deqîqeyî, lê hejmara pirsan neguherî. Bi vî hawî namzed wê di her du ezmûnan da jî ji bo 80 pirsî 30 deqîqeyî zêde di ezmûnê da bimînin.
Cara ewil di 16ê tîrmehê da ye
Biryara ku Lijneya Rêvebirinê ya OSYMê da cara ewil di ezmûna e-YDSya ku wê di 16ê tîrmehê da were kirin da dem wê wek 180 deqîqeyî were dayîn. Namzed wê di YDSya 4ê îlonê da jî 180 deqîqeyî di ezmûnê da bimînin. Ji van dîrokan pê va êdî dema YDS û e-YDSê ji bo 80 pirsî 180 deqîqe ye.