17 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
ANKARA
Piştî betlaneya havînê ji 17 milyonî zêdetir xwendekar û nêzî milyonek mamoste wê sibê dest bi dersan bikin. Dibistan wê 8ê hezîrana 2018an roja înê dîsa bikevin betlaneya havînê.
Serdema yekemîn wê di 19ê rêbendana 2018an da biqede. Betlaneya nîvê salê di navbera 22yê rêbendanê-2yê sibatê da ye. Serdema duyemîn jî 5ê sibata 2018an roja duşemê dest pê bike û di 18ê hezîrana 2018an da kuta bibe.
Xwendekarên ku wê îsal dest bi polên 1, 5 û 9emîn bikin, wê li gor bernameya rojanekirî werin perwerdekirin.