Perwerdehî

Ji OSYMyê hişyariya "roja dawîn" a KPSSyê

OSYMyê diyar kir ku serîlêdanên şexsî yên li ser înternetê yên ji bo Ezmûna Agahiyên Qadê ya Mamostetiyê û Koma Ayê ew ê îro di saet 23.59an da bi dawî bibe

Haydar Şahin   | 15.05.2019
Ji OSYMyê hişyariya "roja dawîn" a KPSSyê

Ankara

Navenda Pîvandin, Bijartin û Bicîkirinê (OSYM) li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku serîlêdanên şexsî yên li ser înternetê yên ji bo Ezmûna Agahiyên Qadê ya Mamostetiyê û Koma Ayê ew ê îro di saet 23.59an da bi dawî bibe.

Li gor vê Ezmûna Zanistên Perwerdeyê û Çanda Giştî-Ceribandinê ya KPSSya 2019an di 14ê tîrmehê da, ezmûna rûniştina ewil a Agahiya Qadê ya KPSSyê (rêveberiya dewletê, têkiliyên navneteweyî, boriya xebatê û têkiliyên endustriyê) rûniştina 2yan a Agahiya Qadê ya KPSSyê (hiqûq, îqtisad, darayî) di 20ê tîrmehê da, rûniştina 3yan a Agahiya Qadê ya KPSSyê (xebitandin, mihasebe, îstatîstik) di 21ê tîrmehê da, Testa Agahiya Qada Mamostetiyê jî ew ê di 28ê tîrmehê da werin kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın