Ezmûna YGSê bi dawî bû
Ezmûna Hîndekariya Bilind a ku ji bo qezenckirina zanîngehê gava ewile bi dawî bû.

Ankara
ANKARA
Ezmûna Hîndekariya Bilind (YGS) a ku ji bo qezenckirina zanîngehê gava ewile bi dawî bû û ji 2 milyonî zêdetir kes ji bo bikevin ezmûnê serî lê da bûn.
Ezmûna ku di yek rûniştinekê de hat kirin di saet 10.00î de dest pê kir û di saet 12.40î de jî bi dawî bû. Bi tevahî 160 pirs hebûn û ji bo bersivandina wan jî 160 deqîqe muhlet hatibû kifşkirin.
Ji bo ezmûnê 2 milyon û 178 hezar û 563 kesan serî lêda û li 173 bajar/navçeyan navendên ezmûn di 7 hezar û 300 avahî û 117 hezar eywanî de hat kirin. Nêzî 300 hezar wezifedar xebitin.
Piştî ezmûnê pirsên ku ji endaman hatine kirin herî dereng wê di nav 2 rojan de bên weşandin û encam jî di 25ê adarê de wê li ser navnîşana "https://sonuc.osym.gov.tr"yê bên diyarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.