VAN
Li Hakkarî û hin navçeyên wê xwendekar neçûn dibistanê lê li Van, Bitlîs û Muşê kelecana destpêkirina dibistanê hebû.
Piştî biryara BDPê ya "ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî, boykotkirina dibistanan" li Hakkarî û hin navçeyên wê xwendekar neçûn dibistanê. Di dibistanên li navenda bajêr de zengilan lê da û dersê dest pê kir lê li hin taxên dorexê bajêr xwandekar neçûn dibistanê.
Piraniya dibistanên li navçeyên Yûksekova, Çukurca û Şemdînliyê vala man. Li wan dibistanan hemî amadeyî hatibûn kirin lê ji ber ku xwandekar neçûn, dest bi dersê nehat kirin.
Li Vanê xwendekaran piştî betlaneke dîrêj bi heval û mamosteyên xwe re hatin li bal hev û wext derbas kirin.
Xwendekarên ku ji hêla destûrmend û mamosteyên xwe ve, hatin pêşwazîkirin, li sinifên xwe geriyan û bi hevalên xwe re sohbet kirin.
Bi lexistina zengila dersê xwendekar derbasî sinifên xwe bûn û wekî her sal îsal jî pirtuk ji aliyê Wezerata Perwerdeya Neteweyî hatin belavkirin.
Li Muş û Bitlîsê tu tengasî nehat kişandin û xwendekaran ji danê sibê pê ve hewşên dibistanan tijî kirin.