Orhan Pehlül
2026 ж. 03 сәуір•Rojanekirin: 2026 ж. 06 сәуір
Ji bo vekirina rêya li Çiyayê Nemrudê ya li Kahtaya navçeya Adiyemanê ku çûbû xwarê xebat berdewam dikin.
Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê da ye, her sal bi hezaran geştiyarên xwemalî û biyanî pêşwazî dike.
Ji ber barîna berfê û baranê erdê li herêmê sist bû û rêya diçû Çiyayê Nemrûdê xera bû. Ji bo vekirina rêya li Çiyayê Nemrûdê ku çûbû xwarê xebat berdewam dikin
Mehmet Yelkenê Wekîlê Rêveberê Çand û Geştiyariyê yê Adiyemanê ji rojnamevanan ra got ku ew amadekariyên xwe yên ji bo sezona geştiyariyê didomînin.
Yelken diyar kir ku li ser rêya Çiyayê Nemrûdê hezaz çêbûye û got ku ji bo vekirina rêya li Çiyayê Nemrûdê ku çûbû xwarê xebat berdewam dikin.
Mehmet Yelken destnîşan kir ku par 350 hezar geştiyaran serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye û ew armanc dikin ku îsal bigihêjin 420 hezar geştiyarî.