Önder Beyter
02 Tebax 2020•Rojanekirin: 03 Tebax 2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 996 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, hejmara giştî ya pêketiyan derket 231 hezar û 869, ya miriyan jî derket 5 hezar û 710an.
Li gorî daneyên rojane yên "Tabloya Rojane ya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê" ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê ye û her wiha Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca jî ji ser Twitterê parve kir, îro 44 hezar û 846 test hatin kirin, di 996 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweş mirin."
Hejmara giştî ya testan derket 4 milyon û 845 hezar û 699an, ya pêketiyan derket 231 hezar û 869an, ya miriyan jî derket 5 hezar û 710an.
Di 24 saetên dawîn da 19 kes mirin, 981 kesên din jî baş bûn û bi vê va hejmara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 215 hezar û 516an
Hejmara nexweşên giran 586, di nexweşan da jî rêjeya zatureyê 8,7 e.
Wezîr Koca wiha daxuyand:
"Pêwîstî bi tedbîrê heye. Hejmara nexweşên me yên rojane dora 1000î ye. Ji bo ku em berjêrî bin vê hejmarê bibin, hewidaneke me ye ku 33 roj ajotibû çêbûbû. Parêzgehên ku hejmara nexweşên nû ber bi zêdebûnê diçe: Enqere, Mêrdîn, Diyarbekir, Entab, Konya. Li 36 parêzgehên me jî 3 roj e nexweşên giran tunene."