Haydar Şahin
26 Hezîran 2020•Rojanekirin: 27 Hezîran 2020
Di daxuyaniya Koma HDPyê da wiha hat gotin: "Di testên ewil ên hatin kirin da mixabin derket holê ku parlamenterek enfekte bûye. Nika di kontrola doxtoran da ye, rewş ber bi başiyê va diçe."
Di daxuyaniya hevpar a bi îmzeya Hakki Saruhan Oluç û Meral Danniş Beştaşa Hevserokên Koma HDPyê hat weşandin da hat diyarkirin ku di van demên dawîn da li Meclisê tesîra vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) zêde tê dîtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li qatê Koma Meclisê ya HDPyê lê ye serê hefteyê di personelekî paqijiyê da Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Di daxuyaniya hevserokên komê da wiha hat gotin: "Piştî vê biryar hat dayîn ku personelên li qat, yên ocaxa çayê, şêwirmend û parlamenter testê bidin kirin. Di vê çarçoveyê da di testên ewil da mixabin derket holê ku parlamenterek bi vîrusê ketiye. Nika di kontrola doxtoran da ye, rewş ber bi başiyê diçe. Di vê çarçoveyê da ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bibirin em ê li Meclisê û dervayê Meclisê bi baldarî guh bidin rûpêçê, mesafeya civakî û hijyenê."
Wekî mayîn di daxuyaniyê da nav nehat dayîn ku kîjan parlamenter bi vîrusê ketiye.