Nihat Kavşut
26 Hezîran 2020•Rojanekirin: 27 Hezîran 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 109 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 10 hezar û 239an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ku di rojekê da 109 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 10 hezar û 239an.
Sîma Sadat Lariyê diyar kir 2 hezar û 628 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derketiye 217 hezar û 724an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir rewşa 2 hezar û 914 kesan giran e û got ku heta niha hejmara kesên baş bûne derketiye 177 hezar û 752yan.