Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê 167 hezar û 198 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn baş bûn

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1396 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 194 hezar û 511an, jimara miriyan bû 5 hezar û 65

Elif Irmak  | 27.06.2020 - Rojanekırın : 27.06.2020
Li Tirkiyeyê 167 hezar û 198 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn baş bûn

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1396 kesan, 19 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 194 hezar û 511an, jimara miriyan bû 5 hezar û 65.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê" ya kuli ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahretîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 51 hezar û 198 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1396 kesan. Di 24 saetên dawîn da 19 nexweşan wefat kir, 1492 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî bû 3 milyon û 186 hezar û 622, jimara waqieyan bû 194 hezar û 511, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 65an.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 963, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 382, jimara başbûyiyan bi tevahî 167 hezar û 198 e.

- "Jimara başbûyiyan 96 ji teşxîsan zêdetir e"

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da got ku "Jimara waqieyên nû roja çarşemê 1492 bû, îro 1396 e. Li tevahiya Tirkiyeyê jimara nexweşên ku îro ji ber Kovîd-19ê li nexweşxaneyan hatin razandin bi tevahî 113 e. Di 24 saetên dawîn da jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 22, jimara entubeyan da 13 zêdebûn heye. Kesên baş bûn 96 ji yên teşxîs danê zêdetir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın