"Zozanê Miraşeyê" mîna bihuşteke veşartî ye
Zozanê Miraşeyê ku li Taşliçaya navçeya Agiriyê ye bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne û bi gol, şikeft û avgura xwe li benda ziyaretvanan e
Ağrı
Zozanê Miraşeyê ku li Taşliçaya navçeya Agiriyê ye bi tebîeta xwe ya xweş balê dikişîne û bi gol, şikeft û avgura xwe li benda ziyaretvanan e.
Zozanê Miraşeyê li gundê Kagniliyê ye ku 30 kîlomêtro dûrî navçeyê ye û bi şikefta xwe ya di nav zinarên asê da, bi gola xwe ya şîn û şên û avgura ku şiriniya wê tê balê dikişîne.
Ji gundiyan Hasan Karahan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir şikefta di nav zozan da dereke dîrokî ye û got ku bi avgur û gola xwe jî dereke zehf xweş e.
Karahan diyar kir divê tebîeta li zozan bala her kesî bikişîne û wiha axivî: "Di mehên bihar û payîzê da ku hewa sar dibe em 400 pez û 100 dewarên xwe di şikeftê da dihewînin. Di nav şikeftê da sitûnek heye û me 20 sal berê binê sitûnê şikand. Li dîwarên şikeftê nivîsên kevin hene û em nizanin çi dinivîsîne. Em dixwazin turîst bên serdana şikeftê. Ji ber şikeftê çemek derbas dibe û her der şîn û şên."
Emîrhan Açarê hatiye serdana zozan diyar kir hewa hênîk e û zehf xweş e û got ku kêfa min ji avgurê ra hat.
Açar diyar kir ku gol, şikeft û avgura li zozan dîtine û wiha peyivî: "Ez berê jî 2 caran hatibûm. Em ji bona ger û geştê tên û li berê jî wêneyan dikişînin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.