Hemn Baban
10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra Herêma Kurdistanê du hirçên ku li baxçeyê heywanan çêbibûn berdan tebîetê.
Herdu hirçên ku qederekê li baxçeyê heywanan hatin xwedîkirin û di qefesan de hatin girtin, bi çavdêriya heywanhezan li Parka Tebîetê ya Sekrana li navçeya Çomanê berdan nav tebîetê.
Serokê Komeleya Parastina Heywanan li Herêma Kurdistanê Dr. Silêman Temer, ji bo peyamnêrê AAyê ragihand ku, "Herdu hirç li bajarên cuda çêbûn. Piştî ku hinekî gihîştin me munasib dît ku wan berdin nav tebîetê. Emê qederekê wan di bin çavdêriyê de bihêlin û binêrin ka hînî tebîetê dibin an na."