Jiyan

Di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da dixebitin

Li Diyarbekirê xebatkarên bi tijekirin û barkirina kayê debara xwe dikin di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin

Nihat Kavşut  | 11.07.2019 - Rojanekırın : 12.07.2019
Di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da dixebitin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê xebatkarên bi tijekirin û barkirina kayê debara xwe dikin di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin.

Xebatkarên ji bona bişînin bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmanê da telîsên kayê tije dikin û bar dikin kamyonan.

Karê tijekirin û barkirina kayê qederê 3 meh dewam dike û xebatkar di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin.

Xebatkarên ji bona debara malbata xwe yan jî ji bona mesrefên mektebê vî karî dikin rojê 160 lire yewmiye hildidin.

Suleyman Aksoyê 40 salî yê ku 4 zarokên wî hene û vî karî dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir qederê 20 sal e vî karî dike û wiha got: "Ev karekî zor û zehmet e. Em di bin kelekel û germa havînê û toz û dûmana kayê da karê xwe dikin û carna xew nakeve çavên me."

Aksoy destnîşan kir rojê 500 telîs ka tije dikin û wiha got: "Qederê 14 ton li kamyonê dibe. Em rojê 160 lire qezenc dikin û ev jî girêdayî tonajê ye."

Ji xebatkaran Îbrahîm Okayê 22 salî destnîşan kir cara ewil e vî karî dike û malbata wî jî ji bona xebatê çûye Enqereyê.

Okay diyar kir ji bona nekevin kelekel û qêleqija havînê ber destê sibehê dest bi kar dikin û got ku ji bona vî karî ji Sêwregê hatim û carna xew nakeve çavên min.

Îbrahîm Okay destnîşan kir di nav toz û dûmanê da dixebitin û wiha got: "Carna toz dikeve qirika min, loma jî em ser û devên xwe bi poşiyan dipêçin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın