ELAZIG
Li Agîna navçeya Elazigê zava Nejmî Delîkanli amadehiyên deweta xwe bi rojan berê da destpêkirin. Ji bo vexwendina mêvanan kartên xwe amade kir û roja dewetê li ser nivîsî. Lê di kart de roja dewetê 6ê îlonê hat nivîsandin, lê dawet di rastiya xwe de 7ê îlonê bû. Vexwendinên ku di 6ê îlonê de çûn navnîşana ku li ser kart nivîsandiye û li cihê dewetê tu kes nedîtin. Şaşitiya ku zava kir jî di wê gavê de hat fêhmkirin.
Zava Nejmî Delîkanli û bûk Mûhlîse Ozer ji bo zewacê li taxa Kûzgeçeya Aginê di 7ê îlonê de deweta xwe kirin. Lê deweta wan ji ber xeletnivîsandina rojê ji dewetên din cuda bû. Zava bi nûçegihanê AAyê re axivî û got: "Em ji bo ku roja dewetê diyar bikin, bi mala bavê bûkê re hatin li bal hev. Em li ser 6 û 7ê îlonê çûn û hatin lê me di dawiyê de li ser 7ê îlonê biryar da. Lê di hişê min de 6ê îlonê maye ji ber vê jî min li kartan ev roj da nivîsandin. Ev xeletî dema ku ji dewetê re rojek ma, me ferq kir, lê em gelek dereng mabûn. Yên ku ji destê me hat em bi telefonê li wan geriyan û der barê xeletiyê de ew agahdar kirin. Me got deweta me ne di 6ê îlonê de, di 7ê Îlonê de ye lê em gelek dereng mabûn. Ji bo vê xeletiyê ez ji her kesî lêborînê dixwazim."
Ji dewetvanan Husamettîn Ozer got: "Em di 6ê îlonê de çûn cihê dewetê. Me tu kesî li wê derê nedît. Li ser vê me got gelo dibe ku tiştek hatibe serê wan û em çûn mala zavê. Malbata zavê jî ji me re qala vê rewşa ku hatiye serê wan kir û em bi hev du re bi halê xwe keniyan. Car car tiştên wiha dibin."