21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Piştî êrîşa terorê ya li Gazîentabê ku dijî daweteke kolanê pêk hat û tê da 30 kes mirin, 94 kes jî birîndar bûn, tedawiya bûk, zava û welatiyan berdewam e.
Hat destnîşankirin ku bûk Besna û zava Nûrettîn Akdogan li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetere li ser jiyana wan nîne.
Gulser Ateşa ku li nexweşxaneyê tê dermankirin daxuyanî da peyamnerê AAyê û destnîşan kir ku dema bûk û zava ji malê derdiketin, êrîş qewimî û wiha dewam kir, "Ez bi cîraneke xwe ra rûniştibûm, me sohbet dikir. Ez nizanim çi qewimî. Tişta ku tenê dizanim, teqînek çêbû û cîrana min a ku me qise dikir, li ser min mirî bû. Tê bîra min ez di bin wê da mabûm. Heger cîrana min bi ser min da neketiba, ezê jî bimirama. Cinazeyî ez rizgar kirim."
Ateşê got ku ji çar zarokên wê jê yek di êrîşê da birîndar bû û piyên keça wê şewitîn.
Ateşê wiha xeberda, "Lanet li terorê be. Roja herî xweş a bûk û zava kirin jehr. Li wir zarokên bêguneh hebûn. Sûcê kesî tunebû. Jixwe dawet jî kuta bibû. Herkesê belav bûya. Ji xwediyên dawetê kes nema."
Birayê zava Şukru Akdogan jî diyar kir ku teqîn di carekî da çêbû û her der perçeperçeyî bû.
Akdogan wiha got, "Me tu tişt nedît. Ji xeynî însanên belawelabûyî me tişte nedît. Xwedê belayê bide terorê. Xwedê ji kiryaran ra nehêle."
Li Şahînbeya navçeya Gazîentabê li dijî daweteke kolanê êrîşeke terorê qewimîbû û tê da 30 miribûn, 94 kes jî birîndar bibûn.
Li Gazîentabê piştî êrîşa terorê ya ku birin ser dewatê, ekîba Heyva Sor a Tirkî li cihê bûyerê û nexweşxaneyê li eqrebayên nexweşan xwarin û vexwarin bela kirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîba Heyva Sor a Tirkî, li bajêr piştî êrîşa terorê li taxa Akdereyê, cihê bûyerê û li baxçê Nexweşxaneya Dewletê ya Perwerde û Lêkolînê ya Dr. Ersîn ku herî zêde birîndar lê ne, ekîba mobîl ava kir.
Ekîba Heyva Sor ji 20 kesan pêk tê, li vê derê li welatiyan av, çay, qehwe, ava fêkiyan, kekên hazir û simît bela kirin. Her wiha li baxçê nexweşxanê ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin jî ava fêkiyan û simît bela kirin.
Li navçeya Şahînbeyê li ser dewateke derva êrîşa terorê hatibû kirin, di êrîşê da 30 kes miribûn, 94 kes birîndar bibûn.