Emre Ilıkan
01 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Bi "Pirtûkxaneya Zarokan" a ji hêla Şaredariya Îpekyoluya Wanê hat avakirin va armanc ew e ku zarok di temenekî zûtir da pirtûkan nas bikin û xwe hînî xwendina pirtûkan bikin.
Zarokên piçûk ên hê naçin dibistanê nava hefteyê û dawiya hefteyê ji hêla malbatan bo pirtûkxaneya li Taxa Şerefiyeyê tên anîn. Zarok li pirtûkxaneya ku ji bo wan hatiye siwêrîn, hem lîstikan dileyîzin û hem jî digel pirtûkan wextê xwe derbas dikin.
Li pirtûkxaneyê ji xeynî pirtûkan parqa zarokan, sînema, mala serserkî, pîsta cemedê, ciyê lîstikên zekayê, muzîk û navendên lîstikan jî hene. Li pirtûkxaneyê mamosteyên peywirdar ji nêz va bi zarokan ra eleqedar dibin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Îpekyoluyê Îhsan Emre Aydin pirtûkxane ziyaret kir û ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew kêfxweş in ku wan li bajêr pirtûkxaneya zarokan a ewil vekir.
Aydin bal kişand, zarok wekî du kom tên pirtûkxaneyê û di çavdêriya mamosteyên polê da perwerdeyê distînin û wiha dewam kir, "Me ev wekî qonaxa ewil nirxand. Em dixwazin hejmara pirtûkxaneyan zêdetir bikin. Zarok dikarin dawiya hefteyê jî ji pirtûkxaneya me sûdê werbigirin."
Nazli Taşa dayik a zarokên xwe tîne pirtûkxaneyê got ku ji roja ku vebûye, ew her hefte digel 2 zarokên xwe tê pirtûkxaneyê û wiha dewam kir, "Min serê ewil serî li ciyên din da. Ucret xwestin. Lîsteyek dan destê min ku divê min bistanda. Gava min ev der bihîst, ez hatim vir. Zarokên min di temenekî zûtir da pirtûk û lênûsk nas kirin. Mamoste jî pir bi zarokên me ra eleqadar dibin. Ez zehf spasiya qaymeqamê me Îhsan Emre Aydin dikim ku di cîbicîkirina projeyê da xwedî ked e."
Gulîzar Aydin û Cihan Kazut jî diyar kirin ku ew ji vebûna pirtûkxaneyê pir kêfxweş in û ew zarokên xwe tînin pirtûkxaneyê û her wiha sipasiya wan kesan kirin ku di vebûna pirtûkxaneyê da keda wan çêbû.