Haydar Şahin
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Li Hekariyê zarokan xwe bi bîdonên avê şiqitandin û bi kêfxweşî dem derbas kirin.
Li gundê Çîmenliyê ya ku 25 kîlomêtre li durî navenda bajêr e komek zarokên ji gund dawiya hefteyê wekî firsend dîtin û bi berfê têra dilê xwe lîstin.
Xwendekarên Dibistana Seretayî û Navîn ya Borseya Qîmetên Menqul a Stenbolê (IMKB) ya Çîmenliyê li qamêyê pêşiya xwendingehê mînder xistin bîdonên avê û pê xwe şiqitandin.
Zarokên gund bi bîdonên avê xwe dişiqitînin
Li Hekariyê zarokan xwe bi bîdonên avê şiqitandin û bi kêfxweşî dem derbas kirin.Li gundê Çîmenliyê ya ku 25 kîlomêtre li durî navenda bajêr e komek zarokên ji gund dawiya hefteyê wekî firsend dîtin û bi berfê têra dilê xwe lîstin. ( Yılmaz Kazandıoğlu - Anadolu Agency )
05.01.2019 Yılmaz Kazandıoğlu
1 / 6
Dema zarokan xwe bi bîdonan şiqitandin dîmenên xweşik derketin holê.
Ferdî Kurtê xwendekar diyar kir ku dawiya hefteyê ji bo dema xwe bi dilê xwe derbas bikin bi bîdonên avê xwe dişiqitînin û wiha axivî: "Her kes bi amûrên şiqitandinê em bi bîdonan xwe dişiqitînin. Tiştekî zehf xweş e, em zivistanê pê kêfxweş dibin."
Arda Kurt jî got ku xwe qamê dişiqitînin û şa dibin û wiha pê da çû: "Her alî buz girtiye, em xwe dişiqitînin. Lêbelê vê carê rind naşiqite. Cara din em bi lez dişiqitîn."