Fatih Gazioğlu
05 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Herana navçeya Rihayê malbata ku xaniyên wan şewitiye li hêviya alîkariyê ye.
Mehmet Sungurê li taxa Kupluceyê dije daxuyanî da rojnamevanan û got ku li mala wî ji ber kontaxa ceyranê şewat derketiye û hemû tiştên mala wî şewitîne.

Sungur got em zehmetiyên mezin dikşînin û ji rayedaran alîkarî xwest û wiha axivî:
"Xaniye me bi temamî şewitî. Xanima min astengdar e. Hewa sar e. Cîranên me alîkariya me dikin. Ji bo xatirê Xwedê bila rayedar alîkariya me bikin."