İbrahim Atmaca
20 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2020
Zarokên taxa Sala 100em civiyan û xwe bi bîdon û laylonan va şiqitandin.
Zarokan guh neda sir û sermayê û bi dilê xwe şiqitîn û dîmenên xweş derketin holê.
Ji zarokan Saîm Taşbulut got ku ew betlaneya nîvê salê li welatê xwe derbas dikin.
Taşbulut got ku ew wextê xwe bi şiqitandinê derbas dikin û bêhna wan dertê û wiha dewam kir, "Em bi hevalên xwe ra an top dileyîzin an jî xwe bi xizekê dişiqitînin û bêhna xwe derdixin. Laylon, xizek, bîdon, em çi bibînin, xwe li ser dişqitînin."