Jiyan

Li Rojhilatê rêyên 420 gundan ji ber berfê girtî ne

Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 420 gundan ji ber berf û bagerê girtî ne.

Önder Beyter  | 20.01.2020 - Rojanekırın : 21.01.2020
Li Rojhilatê rêyên 420 gundan ji ber berfê girtî ne

Van

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku ji ber berfa ku duh barî, li navçeyên Bahçesaray, Gurpinar, Muradiye û Başkaleyê rêyên 72 gundan hatin girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe didomînin. Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn jî li rêyên sereke yên bajêr xebatên paqijkirina berfê û rêxwêkirinê dikin.

- Hekarî

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li Hekarî û navçeyên wê jî ji ber berf û bagerê rêyên 87 gundan hatin girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên girtî, xebatên xwe didomînin.

- Bidlîs

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê rêyên 166 gundan girtî ne.

Kurtkan herwiha bal kişand ku ji bo vekirina rêyên gundan, ekîb li ser kar in û herwiha ekîbên hawarçûnê jî di amadebaşiyê da ne.

- Mûş

Sekreterê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku li bajêr ji ber barîna berfê rêyên 96 gundan hatin girtin.

Yentur herwiha diyar kir ku ji bo vekirina rêyên gundan, ekîb dixebitin.

Ji aliyekî din va li rêbejaya Mûş-Bidlîsê ajokaran ji ber berf û mijê zehmetî kişand.

- Hişyariya cemed û hişkiyê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi giştî hewa dê perçe û pir ewrayî be, bi navber jî berf dê bibare.

Destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur û rojhilatê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya herî bilind a rojê li Wanê 5, di bin sifirê da li Bidlîsê 3, li Mûşê 1 û li Hekariyê jî 2 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.