Jiyan

Yusufê zarok bi xêra "guhê biyonîk" dibihîze

Kerem Kaçmazê bavê Yusuf: "Xeyala min ya herî mezin ev bû. Em wek malbat niha gelekî kêfxweş in. Xwedê ji dewleta me razî be"

Fatih Gazioğlu  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 24.09.2019
Yusufê zarok bi xêra "guhê biyonîk" dibihîze

Van

 Yusuf Kaçmazê (2,5) zarok bi saya "guhê biyonîk" êdî dibihîze.

Li gor agahiyan, Yusuf Kaçmazê ku Çaldirana navçeya Wanê li taxê Dîrekliyê dijî ji bo emeliyatê anîn Enqereyê.

Yusuf Kaçmazê zarok li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazitê li Enqereyê hat emeliyatkirin. Ji ber ku îmkanên malbatê nebûn emeliyata zarok ji hêla Wezareta Tenduristiyê va hat kirin.

Bijîşkan piştî emeliyatê "guhê biyonîk" avêtin guhê zarok. Yusuf bi saya guhê biyonîk êdî dibihîze.

- "Xeyala min ya herî mezin ev bû"

Bavê zarok Kerem Kaçmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku piştî Yusuf hat dinyayê wan ferq kir ku herdu guhên wî jî nabihîzin. Kaçmaz got ku ew li ser vê gelekî xemgîn bûn û wiha axivî:

"Kurê min paşê bi saya Wezareta Tenduristiyê anîn Enqereyê û li vir emeliyat kirin. Şikur ji Xwedê ra emeliyata wî baş derbas bû û niha sedî 80 dibihîze. Yusuf êdî dengan nas dike. Xeyala min ya herî mezin ev bû. Em wek malbat niha gelekî kêfxweş in. Xwedê ji dewleta me razî be."

Rojda Kaçmaza xwîşka Yusuf jî got ku ew ji ber bihîstîna birayê xwe gelekî kêfxweş e û wiha dewam kir: "Berê Yusuf qet nedibihîst, lê niha bersiva me dide. Bavê min ji bo wî stûmaleke Beşîktaşê kirîbû. Ji vê gelekî hez dike. Em jî ji ber kêfa wî bûn alîgirên Beşîktaşê. Em dixwazin rojekê bi malbata xwe va biçine Stenbolê û pêşbirka Beşîktaşê temaşe bikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın