İbrahim Atmaca
14 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Li Agiriyê xwendekarên piçûk ji bo ku çivîk necemidin ji bo wan hêlîn çêkirin û bi daran va daliqandin.
Par vî wextî berf bi temamî heliyabû, lê îsal li dervayî bajêr û ser çil û çiyan mêtreyekê zêdetir berf heye.
Di sir û sermayê da çivîk dicemidin û nikarin têra xwe qût bixwin.
Rayedarên Navenda Zanist û Hunerê (BÎLSEM) him ji bo ku heywanan bi xwendekaran bidin hezkirin him jî çivîkan ji sermayê biparêzin ketin dewrê.
Li navendê ji ber vê mebestê xebat hatin kirin û bi pêşengiya mamosteyên wan di dersa atolyeya darîn û hobiyê da xwendekarên piçûk bi texteyan va ji çûkan ra hêlîn çêkirin û li ser hêlîna resim xêz kirin.
Xwendekaran hêlîna çivîkan bi Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Mehmet Faruk Tekîn û mamostayên xwe ra li darên Baxçeyê Milet daliqandin.
Midûrê BÎLSEMê Bulent Bakir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr serma dewam dike û ji ber vê jî heywan jî dicemidin û tesîra sermayê li ser wan çêdibe.
Bakir bal kişand ku zivistana îsal li gor yên berê dirêj kişand û wiha dewam kir:
"Mebesta me ew e ku xwendekar ji heywanan hez bikin. Li Agiriyê weke her carê zivistan pir sar û dirêj derbas dibe. Mebesta me bi vê projeyê va di derbasbûna demsalan da heywan li derva nemînin Ji bo vê yekê jî me projeyeke wiha da destpêkirin."
Ji xwendekaran Sevîde Bayraktarê jî got ku li Agiriyê hewa sar e û ji bo ku çivîk necemidin wan ji çivîkan ra hêlîn çêkir.
Îbrahîm Enes Yilmaz jî got ku weke merivan çivîk jî dicemidin û ji ber vê yekê wan ji çivîkan ra hêlîn çêkirin.