Berfin Sidar Aşit
21 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2025
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê xozneberên endamên Komeleya Behra Bakur dîmenên mîkyobiyalîtên di binê Gola Wanê da kişandin.
Xozneberên ku ji bo keşfkirin û danasîna bedewiyên Gola Wanê lêkolînan dikin, li qeraxê navçeyê xwe noqî avê kirin.

Di noqînê da ya Cumalî Bîrolê Serokê Komeleyê jî beşdarî kir, mîkrobiyalîtiyên 70-80 metreyî bi ber ên di binê avê da hatin qeydkirin.
Her wisa mîkrobiyalîtên ku li keviya golê di encama kêmbûna baranê û hişkesaliyê da derketin holê jî hatin kişandin.

Bîrol ji rojnamegeran ra diyar kir ku di Gola Wanê da gelek mîkrobiyalît hene û wiha dewam kir:
"Di noqîna nû da me mîkrobiyalîtekî nû yê bi ber disekine û bi qedera 70-80 metreyî dirêj e, tesbît kir. Em li benda xozneberên me ne ku bên dîtina vê bedewiya bêhempa. Hedefa me ew e ku em bi berateyên Keleha Elcewazê, keştiya binavbûyî ya Rûs û mîkrobiyalîtên tesbîtkirî va herêmê têxin rotaya turîzmê."
