Sidar Can Eren
28 Nîsan 2023•Rojanekirin: 29 Nîsan 2023
Xebatên lêgerînê yên ku ji bo 3 ciwanên ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê di 21ê Nîsanê da bi otomobîlê ketin Çemê Munzurê û winda bûn dabûn destpêkirin dewam dikin.
Li Tunceliyê xebatên ji bo dîtina otomobîla ku Baran Aslantaş (22) diajot û gava ji Diyarbekirê diçû Tunceliyê jî ketibû Çemê Munzurê didomin. Xebatên ji bo dîtina digel Baran Aslantaş, Azad Demiral (21) û Mehmet Can Demiralê (22) îro jî dewam kirin.
Di çarçoveya xebatên ku bi kordîneya Walî Mehmet Alî Ozkan ji hêla Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr (AFAD) tê kirin da li sehayê 1200 personel peywirê dikin.
Ekîb li qada 35 kîlomêtroqereyî ya Çemê Munzurê û dora Pireya Mamekiyê ya Gola Bendava Uzunçayirê bi dron, cîhaza lêgerîna binê avê û rêbaza dawîlêanînê va li ser rûyê avê û binê avê lêgerînê dikin.
Noqavên ku ji personelên cendirme û ewlehiyê pêk tên jî li hin cihan noqî avê dibin û lêgerînê dikin.
- Bûyer
Otomobîla ku Baran Aslantaş diajot di 21ê Nîsanê da li ser rêya Tuncelî û Ovacixê li texma gundê Yoncalikê ji kontrolê derketibû û ketibû Çemê Munzurê, şofêr Aslantaş, Azad Demirel û Mehmet Can Demirel di çem da wenda bûbûn. Li ser îxbara kesên derdorê ekîbên ambulans, AFAD, cendirme û yên Komeleya Lêgerîn û Xelaskirinê ya Munzurê sewqî cihê bûyerê kiribûn û li herêmê xebatên lêgerînê dest pê kiribûn.