Hüseyin Hilmi Çömez
29 Nîsan 2023•Rojanekirin: 30 Nîsan 2023
Li Erdemliya navçeya Mêrsînê barana zêde û teyrok barî.
Li bajêr êvarê ji ber baran û teyrokê baxçe û qatên binî yên hin avahiyan li ber avê man û li ser rê ji ber ku golên avê çêbûn wesaîtan nekarî bi rehetî herin.
Ekîbên Şaredariya Erdemliyê li ciyên ku baranê bandor kir midaxele kirin.
Ji welatiyan Alî Dolek daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir qata binî ya avahiya tê da rûdinin li ber mayê maye.
Alî Dolek diyar kir ji ber ku baran zêde barî ji seraya baxçeyên zeytûnan av kişiya binê avahiyê û di depo û otoparkê da av kom bûye.