07 Mijdar 2016•Rojanekirin: 07 Mijdar 2016
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya Academic Hospîtalê bû. Erdogan di axaftina li vir de got: "Berê welatiyên me ji bo teşhîs û tedawiyê diçûn welatên din, şikir îro ji welatên din ji bo tedawiyê têne welatê me. Êdî welatiyên me bi hêsanî dikarin herin nexweşxaneyên taybet, ne mecbûr in zêde mesrefê bikin, bikevin binê teyn, heta rehîn bimînin. Ew dewr li paş me ma. Ew li Tirkiyeya berê man. Dev ji teşhîs û tedawiyê berdin berê ji bo ziyaretê çûnûhatina nexweşxaneyê bizehmet bû. Di nexweşxaneyan de dev ji hekîmê pispor berdin, pratîsyen jî tune bûn. Niha li nexweşxaneyên welatê me 141 hezar bijîşk wezîfedar in."
Serokomar Erdogan got ku wê Tirkiye bibe navenda şîfayê û wiha dewam kir:
"Em ji wan rojên ku li nexweşxaneyan nexweş nedihatin hesibandin, nexweşxane qirêj bûn, mirovên rihet ku diçûn nexweşxaneyê nexweş derdiketin, gihîştin van rojan. Niha welatiyên me li nexweşxaneyên dewletê bêpere têne dermankirin ku ev xizmet li gelek nexweşxaneyên taybet ên ewropayê jî tune ye."
Serokomar Erdogan got ku wan çendên berê bi Serokwezîr û Wezîrê Tendûristiyê re xeberdaye û wiha pê da çû:
"Min got li min binêrin, çi dibe bila bibe di nav de pençeşêr jî, dermanê evana ji ku tê bila were divê em ji nexweşan teqez pere nestînin. Ev wiha nabe. Jiyana mirovan ji bo me ewqas biqîmet e. Divê em hesas tevbigerin, firsenda sûîstîmalê nedin."
Erdogan got: "Ez bawer im, di qada turîzma tendûristiyê de welatê me ji welatên rikber li pêştir e. Înşallah piştî ku nexweşxaneyên me yên bajêr ên ku xeyala min a 14 salan e ewê bikevine faaliyetê, welatê me bigihîje astekê din. Niha em gihîştin serdema vebûna nexweşxaneyên bajêr. Ku xelet nebim meha pêş me em ê yekê vebikin. Armanc ew e ku em li 30 bajarên xwe yên mezin nexweşxaneyên bajêr vebikin. Ew ê ji vana dudu jî li Stenbolê werin vekirin."