Önder Beyter
11 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2021
Li Xelata navçeya Bidlîsê werzişvanên tîma bêrê ji bo ku bibin werzişvanên şampiyon ên siberojê perwerdeyê distînin.
Werzişvanê neteweyî yê berê û antrenorê bêrê Ali Herseklioglu ku par wekî mamosteyê saxlemiya bedenê tayîna wî derket navçeyê, tîmek damezirand da ku di vê qadê da ciwanên 13-15 salî perwerde bike.
Herseklioglu bi piştevaniya Qaymeqamtî û Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Navçeyê tîma bêrê damezirand û her wiha di Gola Wanê da hefteyê 6 rojan perwerdeyê dide beşdarên tîmê.
Herseklioglu bal kişand ku Gola Wanê yek ji wan ciyan e ku ji bo werzişa bêrê guncan e û wiha dewam kir, "Ez dixwazim werzişvanên şampiyon ên siberojê perwerde bikim û her wiha van werzişvanan bişînim Tîma Neteweyî jî."
Herseklioglu her wisa bal kişand ku Qaymeqamtî û Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Navçeyê zehf alîkariya wî dikin û dewam kir, "Qedera salekê ye xebatên me didomin. Xebatên me yên ji bo pêşbaziyên di kategoriya 13, 14 û 15 saliyê didomin. Armanca me ew e ku em ewil beşdarî pêşbirkan bibin û pile û her wiha madalyayan bi dest bixin. Dû ra jî em dixwazin ji Xelatê werzişvanên neteweyî derxin. Di hefteyê da 6 rojan antrenmanên me hene."
Werzişvan Muhammed Yigit jî diyar kir ku ew zehf ji werzişa bêrê hez dike û dixwaze di şampiyonaya Tirkiyeyê da bibe şampiyon.