Li Mûşê 3 teyrên toyê yên ku nesla wan li ber qelînê ye kuştî hatin dîtin.
3 teyrên toyê yên ku li Deşta Mûşê tên dîtin û nesla wan li ber qelînê ye di navbera bajarokê Yeşîlova û gundê Şenovayê de kuştî hatin dîtin.
Midûrê 60emîn Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Milî yên Mûşê ya girêdayî Wezareta Karên Daristan û Avê Alî Haydar Daşdemîr di daxuyaniya xwe ya der heqê mijarê de diyar kir ku li ser îxbarê tîmên midûriyetê li erazî lêkolîn kirin û 3 teyrên toyê yên ku tê texmînkirin bi guleyan kuştine, hatin dîtin.
Daşdemîr destnîşan kir ku nesla teyrên toyê li ber qelînê ye û li Tirkiyeyê teyrên toyê bi piranî li Deşta Mûşê tên dîtin û wiha dewam kir:
"Ji ber ku ev teyr derbiharê amadekariya cûcikderxistinê dikin, nêçîra wan xeter û qedexe ye. Yên ku ev kirin, em wan zehf şermezar dikin. Bi taybetî em ji nêçîrvanan hêvî dikin ku der heqê teyr û çîvikên ku nesla wan li ber qelînê ne bêtir hesas bin. Ji ber ku cinsê vê teyrê gelekî girîng e, divê em wan biparêzin. Em ji welatiyan jî hêviya piştgiriyê dikin."
Daşdemîr bal kişand ku der heqê kes û kesên kiryarê vê rûdanê de xebat dan destpêkirin.