Türkan Tosun
11 Sibat 2019•Rojanekirin: 12 Sibat 2019
ŞANLIURFA
Tejiyên çavên wan rind dibîne, pozê wan bêhnê baş hildide, di saetekê da heta 70 kîlomêtroyî dikarin birevin û alîkariya nêçîrvanan dikin li Şanliurfayê tên xwedîkirin.
Li navçeyên Sirûc, Bozova û Karakopruyê bi salane tejî bi şîr, hêk, goşt û xwarinên cur bi cur va tên xwedîkirin.
Ev heywanên jêhatî ji bilî nêçîrê alîkariya şivanan jî dikin.
Dekanê Fakulteya Veterînerê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Murat Sevgîlî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Şanliurfayê gelek cure heywan hene ku tejî jî ji wan yek e û wiha axivî: "Tejî li hemberî birçîbûn û germahiya herêmê dikarin li ber xwe bidin. Ji ber ku zû direvin jî wek cureyek kuçikan eleqeyê dibînin û tên xwedîkirin."
Sevgîlî got ji bo tejî bên xwedîkirin ew xebatan didomînin.
- Nêçîra kêvroşkan dikin
Hasan Bogaakçayê ku malbata wî ji 4 nifşan vir va tejiyan xwedî dike got li herêmê her kes tejiyan xwedî dike 4 tejiyên wî jî hene û wiha dewam kir: "Salê carekê cewrikên wan çêdibin. Dema dibin yek salî em ji bo perwerdeya wan diçin serê çiyê, li wir ew him nêçîra kêvroşkan dikin û him jî perwerde dibin. Em aşiyên wan jî didin kirin."
Ridvan Topçu jî got malbata wî ji 3 nifşan vir va tejiyan xwedî dike û wiha axivî: "Ez wisa bawer dikim tejiyên herî bilez û baş li herêma me dijîn."
- "Bihayê wan heta 70 hezar lireyî jî derdikeve"
Îbrahîm Halîl Babacan jî got xwedîkirina tejiyan xweş e, lê bi zehmet e û wiha pê da çû: "Em wek ku zarokekî biçûk wan xwedî dikin. Cêwrik qasî meh û nîvekî dimijin, paşê em şîr didin û wan wisa xwedî dikin. Em goşt, ava goşt, hêk, mama û xwarinên taybet didin wan ku ew xurt bibin. Ji ber vê him bejna wan û him jî kîloya wan baş dibe. Hin kesên tên herêmê wan dikirin. Li gor cisn, mezinbûn û xweşikiya wan bihayê wan jî heta 70 hezar lireyî derdikeve."
Azîz Babacan jî got ew ji zarokatiya xwe pê va tejiyan xwedî dike, 3 tejiyênê wî hene ku navê wan Cellat, Kullah û Kîrro ye.
Babacan anî ziman ew pêşbirkê dikin da ku kîjan zûtir dibeze, kêvroşkan digre û dibe yekemîn bibînin.