Li Xana Hesenpaşa ya Diyarbekirê, bi 25 cure xwarinên cuda taştê tê xwarin. Mirovên tên li vir taştê dixwin, li hemberî vê dîmenê rengîn matmayî dimînin.
Li ser axa Diyarbekira bibereket, gelek sebze û mêweyên cuda tên çandin. Bi pêvajoya çareseriyê re li Diyarbekirê aramî û ewleyî zêde bû. Ji ber vê yekê jî her roj cih û warên cuda tên vekirin û li van deran xwarinên cuda û bitehm tên çêkirin. Ev xwarinên cuda ji bo mêvanan sifreya dixemilînin.
Xwerinên ku herî zêde balê dikşînin û sifreyan dixemilînin kufte, parxane, tirşik, meftûne û dolmeyên bisimaq ên tirş in. Ji ber ku demeke dirêj li herêmê şer û pevçûn hebû, ev dewlemendiya herêmê nedihat dîtin. Lê bi pêngava çareseriyê re gelê herêmê hewl da û xwe ji nû ve vejand û dewlemndiya aşxana xwe derxiste holê.
- Li ser sifreyên dewlemend him çav him jî zik têr dibe
Li ser sifreya ku tê amadekirin her tişt heye. Ji van tehman yek jî mirtoxeya ku bi destê jinên jîr û jêhatî tê çêkirin e.
Li ser sifrê cihê sereke, yê hêkerûna bi qelî û rûnê nivîşk e. Li ser sifrê ji bilî van xwarinên balkêş penêrê teze û hin gihayên ku li gundên herêmê tên anîn yên wek sîlim jî hene. Penêrê bi dimsê tê xwarin tevî penêrê cur be cur sifrê şên dike.
Ji bilî van tehmên xweş di teyfikên sifir ên biçûk de rîçala çîlek, arûg, belalûkan, mastê pez, nanê xas yê her tim nerm û germ ê Diyarbekirê, kadeyên xas ên Diyarbekirê ên bi arê kapek, rûnê nivîşk, kuncî û tarçinê tê çêkirin, sênika ku bi sewzê teze yê demsalê, firingiyê teze yên ji baxçeyên gundên herêmê tên, xiyar, bacik, bexdenoz, rîhan û bi çaya qaçaxa tîr re dîmenekî bêhempa derdikeve holê.
Ji bo yên ku bibêjin "ev têrê nake gelo tiştek din tuneye?" jî nanê bihêk, gûz, teyfika mêwê teze û menemen li ser sifreya taştê cih digrin.
Taştêya li cih û warên dîrokî tê xwarin, bi şerbeta ku ji reyhanê tê çêkirin bi dawî dibe.
- Di bin siya dîrokê de taştê
Taştêya ku di cih û warên dîrokî yên wek Hasanpaşayê de tê xwarin mêvanê xwe mest dike.
Tulay Gençera ji bo civînekê ji Stenbolê hatibû Diyarbekirê ji nûçegihana AAyê re got ku li cih warên wiha dîrokî taştê xwarin tiştekî balkêş e. Mirova şad û bextewar dike. Me bi munasebeta civînê xwarinên xas ên Amedê nas kirin.
Gençer da zanîn ku, cara ewil mirtoxe li Diyarbekirê xwariye û gelek ecibandiye û got: "Min penêrê xas ê herêmê jî pir eciband. Bi taybetî li xaniyekî dîrokî taştê xwarin pir xweş bû. Xwarinên xweş û bitehm pêşkêşê me kirin. Min tehmên wan pir eciband, teqez ez ê cardin jî bêm."
Selma Ozgen jî got ku wê mêvanên xwe yên ji Fransayê hatine ji bo taştê aniye li vir. Ozgenê da zanîn ku nanê li vir tê çêkirin li cihekî dinê tuneye û got: "Nan, çorek, hêkerûna biqelî tehmên cuda ne û mêvanên me jî ew pir ecibandin. Divê teqez hemû mirov bên tehma van xwarinan binêrin."
Dominique Frigaux yê Fransî yê ku hatibû Diyarbekirê jî got: "Min ji bajêr pir hez kir, taştê gelekî xweş bû, min mast, hingiv, rîçal û penêrê herêmê jî pir eciband."