12 Mijdar 2015•Rojanekirin: 16 Mijdar 2015
KILÎS
Li Sûriyeyê ji ber şer cotkarî kêm tê kirin, loma ar û arvan têra welatiyan nake û di tengasiyê da ne. Piraniya zad û ar ji Tirkiyeyê tê şandin û li Sûriyeyê firinên ku nan lê dixin kêm in ji bo vê jî bihayê nan zêde ye.
Berpirsê Êtîman ê Navenda Kordinasyona Kilîsê yê ÎHHya Weqfa alîkariya Mirovahiyê Hîkmet Şolen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Sûriyeyê ecele alîkariya ar lazim e.
Şolen destnîşan kir ku ev meh û nîvek e tengasiyê dikişînin ku nan bigihînin dorberê Helebê û wiha pê da çû: "Em dikarin li firina xwe ya li Kilîsê di rojê da 100 hezar nanî lê bixin, lê belê ji ber kêmasiya ar her roj hejmara nanê ku lê dixin kêm dibe. Di 9 firinên me yên li Sûriyeyê da jî ji ber kêmasiya ar kêm nan tê lêxistin. Em li bendê ne ku xwedîxêrên ku alîkariyê didin me di vê mijarê da baldar bin û alîkariyê bidin me."
Şolen destnîşan kir ku alîkariyê didin 60 hezar kesên ku li gund û goman dimînin, xêncî vê jî hemû hewcedariyên 50 hezar kesên ku li konbajarên aliyê Sûriyeyê ne dibînin.
Şolen got ku gel ji aliyekî va ketiye tirsa canê xwe ji aliyê din va bi birçîbûnê ra rû bi rû ye û wiha axivî: "Divê em di demeke kurt da alîkariyê bigihînin birayên xwe yên ji Sûriyeyê. Ku alîkarî negihêje wan dibe ku gelek kes ji ber birçîbûnê bimrin."