Türkan Tosun
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 30 Hezîran 2020
Sûravêdkên ku li xwezayê ji yek wan civikên rengîn in û wek cot hevdu hez dikin li rojhilatê Tirkiyeyê li cihên avî dijîn.
Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ya li Îdirê ji gelek heywanan ra bûye jîngeh.
Sûravêdkên pûrta wan a rengîn heye û hinekî bizdonek in li der û dora parka neteweyî hêk dikin, paşê cûcikên xwe hildidin digerînin.
Dema cota sûravêdkekî bimire ew li ber disekine şîna wê dike ku ev tevgera wan di çîrokan da jî derbas dibe.
Sûravêdkên li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê dijîn balê dikşînin
Gelek kes tên herêmê ku sûravêdkan bibînin û dîmenên wan bikşînin.
- "Sûravêdk ji bo herêmê girîng in"
Midûrê Navenda Zanista Civikan a Zanîngega Îdirê Dr. Emrah Çelîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand sûravêdk ji hêla zanista civîkan va gelekî girîng in.
Çelîk wiha axivî: "Sûravêdk ji bo herêmê cureyeke herêmî ye. Bi taybetî di meha gulanê da dikevin kurkê, di meha hezîranê da cûcikên wan derdikevin. Ji bo vê derê sûradêvk pir girîng in. Lewra ew kêm in, her derê nayên dîtin. Bi taybetî zeviyan û deştê ev cure tê dîtin. Niha cûcikên wan derketiye û li cihên avî dijîn. Li ser avê digerin ku dîtina wan bi rastî jî xweş e."
Çelîk got sûradêvk civîkên wisa ne ku wek cot hevdu pir hez dikin, ji hev ra dilsoz in û gelek kesên çavdêriya civîkan dikin dikarin bên vê derê û temaşaya wan bikin."