Abdullah Tel
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Çinar a navçeya Diyarbekirê suxteyên diçin qûrsên Qur’anê yên ku ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê va hatine vekirin ewilî dersên xwe rewa dikin û ji wir jî berê xwe didin tesîsên sporê yên Midûriyeta Xizmetên Ciwanan û Sporê ya Navçeyê.
Midûrê Xizmetên Ciwanan û Sporê yê Navçeyê Yilmaz Bay daxuyanî da û diyar kir ku ew havînê suxteyên Quranê diezimînin û wiha pê da çû: "Suxte him hînî Quranê dibin û paşê jî tên sporê dikin. Armanca me ewe ku zarokên me hînî sporê bibin û wextê xwe beredayî derbas nekin. Bila di mehên havînê da tevlî xebat û çalakiyên sporê bibin. Qaymeqamê me yê Çinarê ji bo 60 zarokî forma, şort, gore û şekala sporê da û ji bo xwendekarên ji gundan jî tên piştgirî da û ji bo wan jî servîs eyar kir."